AGEHDARIYEK GIRING BO REVENDA KURD

Birêzan, Bi rêya vê namê em revenda Kurdî bi giştî û endam û alîgirên Partî Azadî Kurdistan (PAK) bi taybetî agehdar dikin ko roja Yekşembê 26-01-2020 demjimêr 14:00 li bajarê Köln li Elmaniya ji aliyê Komîteya Rêkxistina Elmaniya ya PAKê çalakiyek tê li darxistin bo derbirîna dengê nerazîbûnê li ser biryara sêdaredana Pêşmergê dîl Hoşmend Elîpûr û penc sal zîndanîkirina Mihemed Westa Qadir ji aliyê dadgeha komara Îranê ya dagirker.

Em daxwazê ji Kurd û dostên Kurdan yên Köln û dewrûberê wê û tevaya endamên xwe dikin bi hemî şiyanên xwe amade bin û dengê xwe yê nerazîbûnê bilind bikin li dijî vê biryara nedadperwerane û em bi hevre bibin rêgir bo bicihanîna vê biryarê. Navnîşanên çalakiyê: Adrês: Köln, Domplatte (Blau-Gold-Haus) Dem: Yekşemb 26-01-2020 Demjimêr: 14:00 Hatina we cihê rêzgirtin û wefadariyê ye,

Partî Azadî Kurdistan Komîteya Rêkxistina Elmaniya

Parti Azadi Kurdistan
COMMITTEE deutschland
pak_deutschland@yahoo.de
TEL:004922116825149
Mobil: 00491638340509
www.pak-eu.com

Share Button

وەڵامێک بنووسە

پۆستی ئەلکترۆنیکەت بڵاو ناکرێتەوە . خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *